Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya
Di civîna evroyê de giftûgo li ser çendîn proje qanûn û serrast kirina çendîn projeyên din hate kirin û piştî pêşkêş kirina çendîn nêrîn û têbîniyan ji aliyê Wezîran ve ev projeyên han hatin pejrandin.
Piştî giftûgo kirin di derbarê proje qanûna zindî kirina bîranîna karesat û Raperîna 24ê Nîsana Bajarokê Qeladizê civata Wezîran biryar da daku, roja 24ê Nîsanê bibe roja Şehîdên Zanîngehê.
Zanîngeha Qeladizê di sala 1974an de rastî êrîşa Balefirên Rejîma Sedam hat û di encam de çendîn Xwendekarên Zanîngehê Şehîd bûn lewre evro Hikûmeta Kurdistanê biryar da daku, ev roja han li Zanîngehên Kurdistanê de were bibîranîn.
