Rejîma Îranê 3 ciwanên kurd kuştin
Li gorî nûçeya ANF’ê, li herêma Şehabedîn a li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 3 ciwanên kurd ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve hatin kuştin. Hate diyarkirin ku roja 6’ê sibatê leşkerên Îranê êrîşê karwanê bazirganan kirin. Destpêkê 77 hespên wan qetil kirin û dest danîn ser tiştên wan. Piştre Rizgar Kemal ê 18 salî, Huseyin Mihemed Çavşînê 16 salî û kekê wî Hoşyar Mihemed Çavşîn ê 20 salî bi saxî girtin, dest û lingên wan girêdan û di zinarekê de avêtin.
Hate diyarkirin ku gundiyan duh cenazeyên her sê ciwanên kurd wergirtine û birine Baneya Rojhilatê Kurdistanê.
