Obama: Pêşxistina reforman ji bo Tirkiyê derfetek e
Serokdewletê Emrîkayê Barack Huseyîn Obama, pirsên rojnameya Milliyetê ya li Tirkiyê bersivand. Obama li ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Emrîkayê de, peyamên girîng dan. Obama, li ser pirseke derbarê êrîşa DHKP-C’ê ya li hemberî Sefîriya Emrîkayê pêk hatibû, wekî ‘çalakiyeke terorê ya nekarî bê efûkirin’ nirxand û wiha got: “Ji bo her du welatan jî trajediyek bû. Dilê me bi malbata Mustafa Akarsu yê ku Tirkan û Emrîkiyan diparast re ye.” Obama anî ziman ku Tirkiye hevkarek krîtîk û partnerê stratejîk ê Emrîkayê ye û balkişand ser patriotên li Tirkiyê hatine bicihkirin. Obama di vê mijarê de wiha got: “Ev ji aliyê NATO’yê ve jib o parastina Tirkiyê û gelê tirk hatiye bicihkirin. Ji gelê tirk re ji bo malovantiya wan spas dikim.”
‘Pêşxistina reforman ji bo Tirkiyê derfetek e’
Obama, dubare kir ku ew û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan du dostên baş û Erdogan wekî partnereke bêhempa yê di mijarên stratejîk de nirxand. Obama got ku “Rêbertiya Erdogan û Gul, pîrzo dikim. Li gorî nêrîna min, em dikarin li hemberî zehmetiyên em pê re rû bi rû dimînin, bi awayekî jidil biaxivin. Çavê min li rêya hatina Erdogan e. AK Partî ev demeke gelekî dirêj e piştgiriyê dide reforman. Em jî, piştgiriyê didin hewldana ji bo pêşxistina azadiyên gerdûnî. Azadiya bilêvkirinê jî di nav de. Reberên Tirkiyê ji bo pêşxistina reformên di xizmeta mirovan de, teşwîq dikim. Ev ji bo Tirkiyê, derfetek e.”
‘Rojên zehmet li pêşiya Sûriyê ne’
Obama, rewşa Sûriyê jî nirxand û anî ziman ku dawiya dawî dê rejima Esed têk biçe. Obama diyar kir ku gelê Sûriyê de bibe xwedî derfeta dayîna biryara xwe û wiha got: “Em ê jî bi Tirkiyê û bi camîaya navnetewî re, hewldanên xwe yên ji bo vê pêşerojê bidomînin. Rejima Esed hemû rewatiya xwe ji dest da. Lewma jî, pêwîst e ku Esed biçe. Min di tebaxa sala 2011’an de bi awayekî zelal gotibû ku divê Esed dev ji kar berde û gelê Sûriyê pêşeroja xwe diyar bike. Erdogan jî di heman serdemê de heman xala girîng anî ziman.” Obama bi awayekî ne rasterast anî ziman ku rojên pêş me dê ji bo gelê Sûriyê û ji bo herêmê zehmet be.
‘Me alternatîfek da Îranê’
Obama, li ser mijara Îranê jî rawestiya û da zanîn ku dema bûye Serokê Emrîkayê, ji rêberên Îranê re alternatîfek pêşkêş kiriye. Obama di mijara Îranê de wiha got: “Dikaribûn berpirsyariyên xwe yên navnetewî bicih bînin. An jî dê berpirsyariyên xwe tune bihesibandina û rastî zêdetir zext û îzolasyonê bên. Mixabin Tehranê her carê xwe bêminet kir û gelê Îranê mehkûmî rojên zehmettir kir. Em dixwazin ku vê pirsgirêkê bi awayekî aştiyane çareser bikin.”
Rudaw
