• Tuesday, 10 February 2026
logo

Esed kurdek kir cîgirê wezîrê derve

Gulan Media February 9, 2013 Nûçe
Esed kurdek kir cîgirê wezîrê derve
Serokê Sûriyê Beşar Esed kurdek wekî alîkarê wezîrê derve yê Sûriyê destnîşan kir.

Ajansa Nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA, di nûçeyeke xwe de belav kir ku pêncşema borî Esed Husamedîn Ala wekî cîgirê wezîrê derve yê karûbarên Ewrûpa û rêxistinên navneteweyî diyar kir.

Hûsamedîn Ala berê balyozê Sûriyê yê Spanya bû. Ala ji bajarokê Mabato yê bajarê Efrîn ê rojavayê Kurdistanê ye. Piraniya gundiyên bajarokê Mabato kurdên elewî ne.

Rudaw
Top