• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Îraqê Nêzî 150 Welatiyan Bûne Qurbanî

Gulan Media February 8, 2013 Nûçe
Li Îraqê Nêzî 150 Welatiyan Bûne Qurbanî
Li gorî çavkaniyên emnî û tendirostî yên Îraqê Duh li çend Bajarên Îraqê de çendîn teqînên curbicur pêk hatine û di encam de herî kêm 150 welatî bûne qurbanî.

Di vê derbarê de çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên li Bexdayê ragihand ku, di encama çendîn teqînan li Bexda û Babîl de 31 welatî canê xwe ji dest dane û 54 welatiyên din jî birîndar bûne.

Çavkaniya han eşkere kir ku, jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Her evro li Taxa Kazimiye a li Bakûrê Bexdayê de maşîneke bombekirî hate teqandin û di encam de 29 welatiyên din canê xwe ji dest dan û 85 welatiyên din jî birîndarbûn.

Her evro li Parêzgeha Babîlê de jî maşîneke din ya bombekirî hate teqandin û di encam de 15 welatiyên din canê xwe ji dest dan û 24 welatiyên din jî birîndar bûn.
Top