• Tuesday, 10 February 2026
logo

Patrikê Keldanî Li Cîhanê Gehêşte Hewlêrê

Gulan Media February 8, 2013 Nûçe
Patrikê Keldanî Li Cîhanê Gehêşte Hewlêrê
Duh Patrikê Keldanî li Cîhanê bi rêya Balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê gehêşte Kurdistanê û li Balefirxaneya Hewlêrê ji aliyê Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî û Nunerê Serok Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Pêştî merasima pêşwazî heyeta mêwan serdana Bajarokê Enkaweyê kir û ji aliyê xelk ve hate pêşwazîkirin û pişt re jî serdana Kilîseya Mar Yûsif jî kir û peyvek jî pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir.

Patrîkê Keldanî bi eslê xwe xelkê Zaxoyêye û pêştir 10 sal jî Metranê Kerkûk û Silimaniyeyê bûye.
Top