• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kurdistan Girêbestên Petrolê bi 8 Kompanyayên Brîtanyayî re Îmza Dike

Gulan Media February 7, 2013 Nûçe
Kurdistan Girêbestên Petrolê bi 8 Kompanyayên Brîtanyayî re Îmza Dike
Aştî Hewramî wezîrê samanên siruştîyê herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê ragihand, ku Hukûmeta herêma Kurdistanê rêkarên pêywsît bo rêkevtin û encamdana girêbestan li gel 8 kompanyayên Brîtanyayî yên biwarê petrol û gazê amade kiriye. Hewramî tekezî jî kir, ku ´´gefên Bexdadê tirs li nik kompanyayên biyanî çênekirine û her dem ku Bexdad gef kiriye, kompanya dihên û daxwaza blokên petrolê ji herêma Kurdistanê dikin.´´


Îro pêncşembe 07/02/2013 li bajarê Hewlêrê kombûnek di navbera hejmarek kompanyayên Brîtanyayî û Aştî Hewramî wezîrê samanên siruştîyê herêma Kurdistanê birêveçû. Piştî kombûnê jî konfranseke rojnamevanî bi amadebûna Lîway Fans konsûlê giştîyê Brîtanya yê li herêma Kurdistanê û Nislo Blîs birêveberê kompanyaya (eic) a Brîtanyayî ku nûneratîya 8 kompanyayên dinên Brîtanyayî dike, hate sazkirin ku tê de Aştî Hewramî wezîrê samanên siruştîyê Kurdistanê basa armanca hatina kompanyayên Brîtanyayî bo herêma Kurdistanê kir.

Di evê konfransa rojnamevanî de Aştî Hewramî ragihand:´´ me îro li bajarê Hewlêrê guftûgo li gel hejmarek kompanyayên Brîtanyayî yên biwarê xizmetguzarîyên derhênana petrol û gazê kir ji bo ku em li ser pêkve karkirin di evê biwarê de bi hev re rêk bikevîn.´´

Hewramî ragihand, ku ´´piştî guftûgoyan em rêk kevtine ku girêbestekê li gel 8 kompanyayên Brîtanyayî îmza bikin ku ji alîyê kompanyaya (eic) ve dihêne serpirestîkirin, da ku di biwarê xizmetguzarîyên petrol û gazê de li herêma Kurdistanê kar bikin û herwisa alîkarîya kompanyayên weberhênerên petrolê jî bikin.´´
Hewramî da xuyakirin, ku ew kompanyayên ku niha di kerta petrola Kurdistanê de kar dikin, hejmara wan 50 kompanya ne û pêywsîtî bi çendîn xizmetguzarî hene da ku bikaribin bi hêsanî karên xwe encam bidin û ew her 8 kompanyayên Brîtanyayî jî bo evê mebestê girêbestê li gel herêma Kurdistanê îmza dikin.

Hewramî weha jî got, ku ´´ bo tewaw kirina guftûgoyan, biryar wiha ye ku şandeke herêma Kurdistanê serdana Lendenê bike, ji bo rohnkirina rewşa herêma Kurdistanê di biwarê petrolê de û piştre girêbest dê di maweya 2 heyvên din de bihê îmzakirin.´´

Her di evê konfransa rojnamevanî de û di bersiva pirsyara rojnamevanan de, wezîrê samanên siruştîyê herêma Kurdistanê sebaret bi tirsa evan kompanyayan wek kompanyayên din ên wek Exxon Mobîl ji hukûmeta Iraqê got:´´ di dema niha de 50 kompanya li herêma Kurdistanê kar dikin û 10 heta 20 Miliyard Dolar ji dahat û sermayeyên xwe ji bo geryan li dûv petrolê de xerc kirine û ew ji gefên hukûmetên Bexdadê natirsin, çimku gefên wan neqanûnî û nedestûrî ne û giringî bi wan nahêt dan.´´

Aştî Hewramî di berdewamîya axavtinên xwe de got:´´ dema ku Bexdad gef dike, kompanya dihên û daxwaza blokeke din a petrolê li herêmê dikin, çimku giringî bi ewan gefan nadin. Kompanyaya Exxon Mobîl jî bi heman şêwe giringî bi ewan gefan û êrişên Bexdadê nade û ewan di malpera fermîya xwe de teekzî kirine, ku pabendê hemû ewan girêbestanin ku li seranserê Iraqê di biwarê petrolê de îmza kirine.´´

Di bareya dahata petrolîya herêma Kurdistanê de jî wezîrê samanên siruştîyê herêma Kurdistanê ragihand:´´ dahata petrolê li herêma Kurdistanê diyare ku ji bo xizmeta xelkê dihê xerckirin û ji wan, em salane 3 heta 4 Trîlîyon Dînar sotemenî bo îstgehên berhemanîna kehrebayê dabîn dikeyn, li gel evê sotemenîya ku bi rêya parêzgehan ve bi awayeke rastewxo bi hevwelatîyan dihête dan.´´

Hewramî herwisa got:´´ xêncî ewane, dirustkirina projeya avê ya Duhokê û Firgeh, xanî bo kesûkarên şehîdan li Germîyan û çendîn xizmetguzarîyên din, ji pareyên dahata petrola Kurdistanê ye û bi sûda hevwelatîyan bûye.´´

Di bareya hinardina derveya petrola herêma Kurdistanê bo Îran û Turkiyeyê de jî Aştî Hewramî weha da xuyakirin, ku ew petrola dişînine Turkiyeyê û Îranê, li gor qanûn û destûrê ye û hevdem mafekê herêma Kurdistanê jî ye, çimku pêywîste hukûmeta Iraqê %17 ji pêkhatên petrolê bide herêmê, lê ew tenê %3 dişînin. Hewramî ragihand, ku ´´ bo tijekirina valahîya pêdawîstîyên Kurdistanê, mafê me ye ku em pêdawîstîyên xwe bi petrola herêmê tije bikeyn, dema ku palawgehên me jî şîyana dabînkirina ewan pêdawîstîyan nebe, hingê em neçarîn ku petrola xaw li gel Turkiye û îranê bi pêkhatên dinên petrolê biguherînîn.´´
Top