• Tuesday, 10 February 2026
logo

ICG: Bila Kurd Li Sûriyayê Yek Bin Û Etonomiya Xwe Biparêzin

Gulan Media February 7, 2013 Nûçe
ICG: Bila Kurd Li Sûriyayê Yek Bin Û Etonomiya Xwe Biparêzin
Saziya qirîzan ya navnetewî International Crisis Group Meha derbasbûyî di derbarê aloziyên Sûriyayê û rewşa Kurdên Rojawayê Kurdistanê de raporteke berfire belav kir.

Di vê raporta han de saziya nav hatî daxwaz ji Kurdên Rojawayê Kurdistanê kiriye ku, bibin yek û yekrêziya xwe biparêzin û şaştiyên Dîrokî dûbare nekirin.

ICG herwiha şîret li Kurdên Rojawayê Kurdistanê kiriye daku, çi dibe bila bibe dibe Kurd li Rojawayê Kurdistanê de bihevre tevbigerin û yekrêziya xwe biparêzin û hewl bo berfire kirina etonomiya xwe bidin û xwe nekin beşek ji aloziyên heyî yên di navbera Rejîma Esed û Artêşa azad ya Sûriyayê de.

Ev saziya han di berdewamiya raporta han de daxwaz ji Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî kiriye daku, hewl bo lihevanîna part û aliyên siyasî yên li Rojawayê Kurdistanê de bide.
Top