Fermandeyê Lîwaya 16 a Silêmanîyê Hate Terorkirin
Duh çarşembe 06/02/2013 di dema paş nîvro de kirdareke terorîstî li ser rêya Kifrî-Dûzxormato pêk hat û bombek bi karwana fermandeyê fewca 3 lîwaya 16 a Silêmanîyê ya ser bi artêşa Iraqê ve teqîya û di encam de ´´Hêmin Xazî Wehab´´ fermandeyê fewca 3 a lîwaya 16 a Silêmanîyê giyanê xwe ji dest da û 2 serbazên evê lîwayê jî birîndar bûn.
Di bareya evê bûyerê de neqîb Rêkewt Muhemed peyvdarê lîwaya 16 a Silêmanîyê, ev nûçe piştrast kir û got, ku ev teqîn li nêzîkî gundê Hilwe ya ser bi qezaya Dûzxormato ve û bi rêya bombeke çandinî ve çê bûye.
