Rojavayê Kurdistanê, Desteya Bilinda Kurdî û Opozisiyona Sûrîyê Civiyan
Li gor nûçeyeke malpera Welatî, îro Desteya Bilinda Kurd li Rojavayê Kurdistanê daxwazên xwe wek destpêşxeriya rêkevtinê pêkêşî komîteyê kirin ku ew jî ji aliyê xwe ve bighînin serkirdeyên ketîbeyên grûpên çekdar ên li Tirkiyeyê.
Di evê bareyê de hevserokê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed ji Welatî re tekez kiriye, ku civîna DBK`ê li gel komîteya niştimanî ya parastina aştiya navxweyî bi serokayetiyaMêşêl Kêlo hate encam dan.
Ebdulselam Ehmed got: "Civîn bi armanca rêkeftina li ser sekinandina şer li Serê Kaniyê bû her weha Desteya Bilind destpêşxeriya xwe bi çar xalan radestî komîteyê kir û ew jî evin:
1- Paşvekişandina hemû grûpên çekdarî ji Serê Kaniyê bo navçeyên ku jê hatine.
2- Avakirina rêveberiyek sivîl ya hevbeş ji hemû pêkhateyên li bajêr û bajarokan navçeyê.
3- Rêdayîn bo gihîştin xwirak û kelûpelên jiyanê bo hemû navçeyên Kurdî li welêt.
4- Qerebukirina xelkê ku ziyan gihîtinê û ewên ku mal û mulkên wan di encama şer û pevçûnan de hatiye wêran û talan kirin."
Ebdulselam Ehmed da zanîn, ku komîteya niştimanî ya parastina aştiya navxweyî û şoreşê rewşa navçeyên Kurdî nas kirin.
Di bareya hêviyên DBK`ê ji evê hevdîtinê de hevserokê DBK`ê got: "Em di warê serbazî bi serketine û grûpên çekdar jî di navbera sînorên Tirkî û bajarê Serê Kaniyê de hatine dorpêç kirin, lê belê destpêkirina şer li navçeyên Kurdî xizmeta şoreşa Sûriyê nake."
Grûpek ji dijberên Sûrî komîteyek bi navê komîteya niştimanî bo parastina aştiya navxweyî û şoreşê bo gihîştin bi rêkevtinê li gel hêzên Kurdî li Serê Kaniyê avakirine.
