Nêçîrvan Barzanî Û Heyeteke Almanî Civiyan
Di civîna han de heyeta Almanî kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han bo Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, rewşa baş ya siyasî û ewlekarî ya Kurdistanê bûye sedema vê yekê daku, hijmareke gelek zêde ji welatên Cîhanê rû li Kurdistanê bikin û peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêz bikin û Almaniya jî dixwaze peyvendiyên xwe yên bi her warî de bi Kurdistanê re gelek bihêz û berfiretir bike.
Di berdewamiya vê civîna han de behsa peyvendiyên Kurdistan yên bi welatên Cîran, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, meseleya Kerkûkê û rewş û pêşhatên siyasî yên Deverê bi giştî û rewşa Îraqê bi taybetî hate kirin.
Di beşeke din ya vê civîna han de rewşa welatiyên Mesîhî yên li Kurdistanê de û herwiha bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê de jî hate giftûgokirin û heyeta Almaniyayê nizîkatiyên Hikûmeta Kurdistanê yên li hember welatiyên Mesîhî bi nizîkatiyên girîng û mirovatî hatin wesifkirin.
Di dawiya hevdîtina han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî behsa xwesteka bihêz ya Hikûmeta Kurdistanê ya ji bo berfire kirina peyvendiyên xwe yên bi Almaniyayê re kir û ragihand ku, tevahiya deriyên Kurdistanê bo kompanî û Pîşesazên Almaniyayê vekirîne.
