Xaneqîn: Gorekî bikom hate dîtin
Qeymeqamê navçeya Xaneqînê Mihemed Mela Hesen ji Xendanê re ragihand ku: “Di dema kolandina bîngeha xaniyekî li taxa Bextiyarî, gorek bikom ku hestî û proska mirov têde bûn hate dîtin.”
Qeymeqamê navçeyê got: “Hîna hejmara wan rufatên ku di wê gorê dene diyar nebûye, her weha niha tîmên pişkînînê di lêkolînê de ne bo ronahîkirina zêdetir di wê derbarê de.”
Mihemed Mela Hesen ragihand: “Piştî proseya azadiya Êraqê û ji bo avadaniya zêdetir li navçeyê , çend carin li cihên cuda di dema kolandina bîngehên xaniyan yan projeyan de gorên bikom hatinedîtin û got: Dîroka piraniya wan rufatan vedigere bo salên 1991`an.”
Xendan
