• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezîrê guhastin û avadankirinê yê Almaniyayê bi serokatiya heyetekê li Kurdistanê ye

Gulan Media February 6, 2013 Nûçe
Wezîrê guhastin û avadankirinê yê Almaniyayê bi serokatiya heyetekê li Kurdistanê ye
Wezîrê guhastin û avadankirinê yê Almaniyayê bi serokatiya heyetekê ku ji Dagmar Voêrl seroka komîteya hevkarîya aborî û geşepêdanê a parlamentoya Almaniyayê û hijmareke kompanî û bazirganên almanî pêkhatibû, bi serdaneke fermî gihiştin herêma Kurdistanê û li firokexaneya Hewlêrê a navdewletî ji aliyê Kameran Ehmed wezîrê avadankirin û akincîkirinê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Almaniyayê ve hatin pêşwazî kirin.

Şandeya almanî ku, ji 50 şirket û kompaniyên di warê cihê de kar dikin, bi tyabetî warê; diruskirina rê û pira, tonel, guhastin û warê bînsaziyê pêkhatibûn, ji bona ku ji nêzîk haydarî rewşa geşepêdan û avadankirinê bibin, hatine Kurdistanê.

Wezîrê guhastin û akincçkirinê yê hikûmeta herêma Kurdistanê , li dor serdana serdana şandeya almanî bo herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re got ku, hikûmeta Kurdistanê gelek bi giringî li vê serdan ku, di sewyeyeke bilind de ye, dinêre û hatina van hemû şirket û kompaniya bo Kurdistanê dê roleke mezin di avadankirina herêma Kurdistanê de bibînin.
Top