Malikî rojê sê milyon dînar xerc dike
Berdevka fermî ya lîsta Êraqiyê Meyson Demlocî di kongireyekî rojnamevanî de li Bexdadê ragihandiye ku: Rojane serokwezîr Nurî Malikî du milyon û 500 hezar dolar xerc dike ku dike nêzîkî 3 milyar dînar û salane jî dighê 900 milyar dînar.
Demlocî daxwaz ji desteya destpakiyê ya Êraqê kir ku lêpirsînê li Malikî bikin û daxwaz jî kir ku xerca rojana Malikî aşkira bikin.
Meyson Demlocî got: Budceya encûmena wezîran a Êraqê salê (4) tirilyon dînare ku dike ji zêdetir li sê milyar dolar û Malikî jî bi bê ku bi çi awayî serf dike xerc dike.
Ji aliyê xwe ve rawêjkarê ragihandina serokwezîr, Elî Musewî li hember daxuyaniya Demlocî ecêbmayî ma û got: Mixabin rewş gihîştiye astekî ne mentiqî. Em tehdayî lîsta Êraqiyê û hemû aliyên din dikin ku bikarin kesekî ji Malikî paqiştir destpaktir bibînin.
Xendan
