Desteya Bilind A Kurd serdana Serê Kaniyê kir
Hatiye ragihandin ku, piştî şerê 15 rojan, li ser daxwaza komeke kesayetên opozisyona Sûriyeyê ku xwe nêzî Hevpeyamaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Muxalefetên dibîne û xwe weke Hevgirtina Aramiya Civakî bi nav dike, xwestin di navbera opozisyona Sûriyeyê ya derve Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzen Şoreş û Muxalefetê, û Desteya Bilind a Kurd de navbeynkariyê bikin.
Jin û zarokê li bajarê Serêkaniyê dijîn bi dirûşim û tilîliyan şanda Desteya Bilind a Kurd pêşwazî kirin.
Şanda DBK'ê ku ji endamên wê Aldar Xelîl, Ebdulselam Ehmed, Ehmed Silêman, Îsmaîl Hemê û Îlham Ehmed jî pêk dihat li tevahiya bajêr geriyan û rewşa bajêr ji nêz ve şopandin. Desteya Bilind a Kurd berxwedaniya YPG'ê û gelê ku li bajarê maye û derneketiye silav kir.
Bajarê Serêkaniyê ku nêzî 15 rojan ji aliyê komên çete ve dihate talankirin, ev kom rastî berxwedaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatibûn.
Xendan
