• Tuesday, 10 February 2026
logo

Muqteda Sedir Serokwezîrê Îraqê Hişiyar Dike

Gulan Media February 5, 2013 Nûçe
Muqteda Sedir Serokwezîrê Îraqê Hişiyar Dike
Evro Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir jiber destwerdanî kirina Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî di karûbarên dadwerî de nav hatî bi tundî hişiyar kir.

Sedir behsa gefên ku, Malikî li Serokê komîteya destpakî ya Îraqê xwaribûn kir û ragihand ku, her cure gefek li ser komîteya destpakî ya Îraqê gefxwrin li dijî meye.

Sedir hewriha hişiyarî da Malikî û êrîş kirine ser komîteya destpakî dibe sedema vekirina deriyên curbicur bo gendelî û Gendelkaran.

Sedir di beşeke din ya axaftinên xwe de daxwaz ji Malikî kiriye ku, bi ti awayî destwerdanî di karûbarên bilindtirîn merceya biryarê ya Îraqê neke.
Top