Wezîrê Pêşmerge Û Kosnulusê Koriya Başûr Civiyan
Di hevdîtineke de peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de, aloziyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hatin nîqaşkirin.
Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, Hikûmeta Kurdistanê tevahiya hewlên xwe bo çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî bi tevger kiriye lêbelê Bexda weke pêwîst xwe nêzî çareseriya kêşeyên han nake.
Di berdewamiya vê civîna han de Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê daxwaz kir daku, peyvendiyên navbera Wezareta parastin ya Koriya Başûr û Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê werin berfirekirin.
