• Monday, 09 February 2026
logo

Malikî: Kurd ne beşekin ji Êraqê

Gulan Media February 4, 2013 Nûçe
Malikî: Kurd ne beşekin ji Êraqê
Parlemanterekî koma Ehrar ser bi şepola Sedrî çend gotinên Nurî Malikî li bare Herêma Kurdistanê girtiye û aşkira dike ku yek ji gotinên wî ewe “Mafê Kurdan nîne nefta Êraqê bibin, çûnkî ew beşek ji Êraqê nîn in.”

Parlemanter Cewad Şihêlî ji Xendanê re got: Me di civîna hevpeymaniya niştimanî de daxwaz ji Malikî kir ku li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yan li gel ew kesayetiyên ku nûnerê suneyên Êraqê dikin rûniştinekê encamp bide, lê belê Malikî weha bersiva me da û got: “Ewna li derveyî yasayê ne û ji aliyê welatên kendavê ve têna handan kirin.”

Şihêlî weha got: "Malikî zêdetir pêde çû û got ku Mafê Kurdan li birina ew samanên Êraqê tuneye, çûnkî ne beşekin ji Êraqê."

Parlemanterê koma Ehrar got: "Malikî û partiya De`way a Îslamî dixwazin bi her rêyekê be qeyrana xwepêşandanan çareser bikin çûnkî bi derketina wan ji wê qeyranê wê bihêz bibin."

Xendan
Top