• Tuesday, 10 February 2026
logo

Parlemana Ewrûpa derbarê pirsa Kurd dê bicive

Gulan Media February 4, 2013 Nûçe
Parlemana Ewrûpa derbarê pirsa Kurd dê bicive
Parlemana Ewrûpa di bin navê gotûbêja bo çareserkirina pirsa Kurd li Turkiye dê civînekê saz bike û Partiya Aştî û Demokrasiyê yek ji beşdarvanên wê civînê ye.

Li gor nûçeyeke ajansa Firatê belav kiriye, di rojên 6 û 7ê vê heyvê parlemana Ewrûpa ji bo gengeşekirina derbarê çareserkirina pirsa Kurd li Turkiye bi rêya aştî û demokrasiyê, dê civînekê di bin navê gotûbêja bo çareserirya pirsa Kurd li dardixe.

Li gor wê çavkaniyê, hevserokê Partiya Aştî û demokrasiyê jî dê beşdarî wê civînê bibe,ku ew civîn ji aliyê Partiyên Çep û Lîbral û Sosyal Demokratên parlemana Ewrûpa tê saz kirin.

Biryare beşdarvan ji bilî geneşekiria pirsa aştiyê, raman û nêrînên xwe jî derbarê hevdîtinên vê dawiyê di navbera Ebdula Ocalan û berpirsên dewleta Turkiye jî bînin ziman.

Xendan
Top