• Monday, 09 February 2026
logo

Hêro Îbrahîm Ehmed: Tendirûstiya Talebanî gelekî baş bûye

Gulan Media February 3, 2013 Nûçe
Hêro Îbrahîm Ehmed: Tendirûstiya Talebanî gelekî baş bûye
Hêro Îbrahîm Ehmeda hevsera Serokkomarê İraqê û Sekreterê Giştî yê YNK-ê Celal Talebanî got doktoran jêre gotiye ku tendirûstiya Talebanî gelekî baş bûye.

Li gor medya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), di civîna doh a Polîtburoya YNK-ê de Hêro Îbrahîm Ehmed, derbarê rewşa Talebanî de gotiye ku tendirûstiya wî gelekî baş bûye.

Hêro Îbrahîm Ehmed got: ‘’Çareserkirina wî ber bi pêş ve çûye û herwiha doktorên Talebanî jî em piştrastkirin ku rewşa wî ya tendirûstî her diçe baştir dibe.’’

Şeva 17.12.2012-ê Serokkomarê İraqê û Sekreterê Giştî yê YNK-ê Celal Talebanî ji ber nexweşiya celta mêjî li Bexdayê rakirin nexweşxanê û piştî çend rojan jî bo Elmanya hat veguhestin û heta niha jî di jêr çavdêriya doktoran de ye.

rojnamabas
Top