• Tuesday, 10 February 2026
logo

‘Herêma Kurdistanê piştgirê serekî yê Kurdên Rojava ye’

Gulan Media February 3, 2013 Nûçe
‘Herêma Kurdistanê piştgirê serekî yê Kurdên Rojava ye’
Rojnameya New York Times a Emerîkî raportek belav kiriye û têde behsa rolê girîng û bi bandor ê hikûmeta Herêma Kurdistanê û daniştvanên Kurdistanê ya di hevkarîkirin û piştgirîkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê de dike.

Di raporta New York Times de wiha tê gotin: ‘’Berpirsên Herêma Kurdistanê hêvîdar in guhertinên li Sûriyê bi awayekî bi dawî bibin ku sîstema federalîzmê li wî welatî were peyrewkirin û bi vî awayî Kurdên li wî welatî jî mafên xwe li Sûriya nû bidest bixin.’’

Di vê derbarê de Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Kurdên Rojavayê Kurdistanê Hemîd Derbendî ji New York Timesê re got: ‘’Em wek serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê dixwazin Kurd rolekî girîng û bi bandor di paşeroja Sûriyê de bibînin.’’ Derbendî herwiha dibêje peyrewkirina sîstema federalîzmê wek İraqê li Sûriya nû ji bo Kurdên wî welatî dibe ezmûn û deskefteke mezin.

Rojnameya navbirî derbarê hevkarî û piştgirîkirina Kurdên Sûriyê de qala rola girîng a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dike. Di vê derbarê de jî Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Ebdulkerîm Beşar dibêje: ‘’Serok Barzanî di warê siyasî de mezintirîn piştgirîkarê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber li hemû cihekî wê rastiyê dibêje ku mafê Kurdên Sûriyê heye û divê ew mafên wan bên dayîn û garantîkirin.’’

Ebdulkerîm Beşar ji New York Timesê re wiha diaxife: ‘’Her dema ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel dîplomatên welatên din dicive, beşekî ji civîna xwe bo behskirina pirs û çarenivîsa Kurdên Rojavayê Kurdistanê vediqetîne.’’

Rojnamabas
Top