Arinc: Doz gelekî girêk û hesas e
Di çavpêkeftinekê li gel televizyonekî herêmî li bajarê Bursayê, Bulent Arinc got. Armanca me ewe ku em bihlêlin rêxistin dev ji çekan berde û çalakiyên xwe rawestîne û ya duyem jî ji sînorên Tirkiyê derkevin û ya sêyem êrişên çekdarî li cihên ku biçinê jî bisekinîn in.
Arinc da zanîn ku pirsa goftûgoyên niha di destê dazgeha MÎT`ê de ye û tu rola hikûmeta bi serokayetiya Receb Teyîb Erdogan tuneye. Arinc teqez kir û got: “Doz gelekî girêk û hesas e.”
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê berdewam kir û got: “Ger em bighêjin encamên erênî pêre rêxistin dê çekên xwe dîne aliyekî û dev ji êrişan berde, ev hemû jî wê bi agahdariya parlemanê be.”
Di çavpêkeftina xwe de, Arinc da zanîn ku goftûgo bi serokayetiya serokê dazgeha istixartata Tirkiyê MÎT`ê Hakan Fîdan birêve diçin.
PUKmedia
