Kerkûk; Teqîn…15 kuştî û 88 birîndar hene
Jêderek ji polîsê Kerkûkê ragihand , îro terorîsteke xwekuj bi otomibîlekê bombekirî hewl da xwe bike nav bînaya berêveberiya polîsê Kerkûkê, piştî ku di aliyê polîsan ve, rê lê hate girtin xwe teqand.
Jêderê daxuyakirin, piştî 5 xolekan ji teqîna yekim, terorîsteke din bi otomobîleke bombekirî di heman şûnê de xwe teqand û piştra 2 terorîstên din bi kemera bombekirî xwastin xwe bikin enav rêveberiyê da ku polîsê Kerkûkê her du kuştin.
Jêderê eşkere kir, li gor amaran heya niha 15 kes şehîd bûne û 88 jî birîndarin lê pêdiçe hijmara şehîd û birîndaran zêde be.
Her weha jêder dazanîn ku rêveberê polîsê Kerkûkê sertîp Serhed Qadir sivik birîndar e.
Li gor nêrîna jêderê , dibe ku li pişt wan êrîşên terorîstî rêxistina terorîstî ya El-Qaîde hebe.
PUKmedia
