• Monday, 09 February 2026
logo

Hewramî: Ger em li benda Bexdayê bimana me yek girêbest jî îmze nedikir

Gulan Media February 2, 2013 Nûçe
Hewramî: Ger em li benda Bexdayê bimana me yek girêbest jî îmze nedikir
Wezîrê Samanên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê biryar daye bêyî razîbûna hikûmeta navendî, boriyeke petrolê ya nû deyne daku petrolê ji kêlgehên petrolê yên Kurdistanê vebiguhêze Tirkiyê.

Di hevpeyvînekê de ligel tora BBC, Aştî Hewramî ragehand ku ji bo bingehdanîna jêrxaneke aborî ya Herêma Kurdistanê bi taybetî di sektora petrolê de, pêwist nake pirsê bi hikûmeta navendî (Bexda) bikin, ji ber ku Destûra Bingehîn ya İraqê ew maf daye Herêma Kurdistanê.

Hewramî got: ‘’Berî ku em li benda çareserkirina pirsgirêka petrolê ya navbera Hewlêr û Bexdayê bin, hikûmeta Kurdistanê pêdagir e li ser danîna boriyeke petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de. Hikûmeta herêmê dixwaze di warê petrolê de hevahengiyê ligel hikûmeta navendî bike, lê belê ji ber ku ti xwestekeke wiha ya Bexda nîne, kar girantir dibin.’’

Wezîrê Samanên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî wiha dibêje: ‘’Ger me ji wiha zêdetir çaverê bikira, heta niha me nedikarî yek girêbestê ji wan 51 girêbestan îmze bikin ku hikûmeta Kurdistanê ligel şirketên biyanî yên warê petrolê îmze kirine.’’

Rojnamabas
Top