• Tuesday, 10 February 2026
logo

1-mîn Konferansa Elewiyên Kurdistanê îro dest pê dike

Gulan Media February 2, 2013 Nûçe
1-mîn Konferansa Elewiyên Kurdistanê îro dest pê dike
Yekemîn Konferansa Elewiyên Kurdistanê bi serpereştiya KCD-ê îro destpê dike. Dê di konferansê de xeta tekoşîna hevpar a Elewiyên li Kurdistanê bê dariştin û pirsgirêk, daxwaz û pêvajoya dîrokî were gotûbêjkirin.

1-mîn Konferansa Elewiyên Kurdistanê bi serpereştiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bi piştgiriya Federasyona Elewiyên Demokrat, Komeleya Elewiyên Azad û Demokratîk, Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Pîr Sultan Ebdal îro dest pê dike û dê du rojan berdewam bike.

Di konferansê de dê hebûna Elewîtiyê di Kurdistanê de ku baweriyekî dîrokî ya kevne, pêvajo û pirsgirêkên jiyayî dê bên nîqaşkirin, herwiha dê pirsgirêk, daxwaz, avakirina tekoşînek hevpar a Elewiyên li Kurdistanê û pêvajoya dîrokî bên nirxandin.

Elewîtî ku di Rojhilata Navîn de berxwedan û felsefeya gelane, dê di konferansê de balê bikişînin ser sedemên wê yên civakî, dîrokî û baweriyê. Dê gelek pîrên Elewî û nûnerên saziyan beşdarî konferansê bibin.

Rojnamabas
Top