Agirbest di navbera YPG û grûpên çekdar de
Hesen Ebdula got: Me li hev kirk u em rêyekê dabîn bikin daku welatî vegerin malên xwe û jiyana xwe ya asayî berdewam bikin û karûbarên xwe yên taybet û giştî bi awayekî hevbeş bi rêve bibin.
Fermandarê Artêşa Azad diyar kir ku, tenê rêjîm sûd ji şerê navbera me û PYD de dibîne lewra me xwest ku em dawiyê li vî şerî bînin daku negihe asta şerê Kurd û Ereban.
Hesen Ebdula axaftina xwe wisa bi dawî kir, Emê sibê careke din bicivin daku em bi awayekî berfirehtir li ser van babetan rawestin.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha Partiya Yekîtiya Demokratîk tu daxuyanî derbarê vê babetê de nedaye raya giştî.
Xendan
