• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tirkiyê: Li pêşiya balyozxaneya Amerîka teqîn

Gulan Media February 2, 2013 Nûçe
Tirkiyê: Li pêşiya balyozxaneya Amerîka teqîn
Duh 1/2/2013`an danê paş nîvro li pêşiya balyozxaneya Wîlayetên Yekbuyî Amerîka li Enqerê paytextaTirkiyê teqînek rû da û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û hejmarek din jî birîndar bû.

Şahîdekî li şûna rûdanê ragihand ku li pêşiya deriyê duyem a balyozxaneya Amerîka kesekî bombeyek teqandiye.

Li gor amarên destpêkê heya niha kesekî jiyana xwe ji dest daye û hejmareke din jî birîndarbûne û ziyanekî madî gihîştiye hawîrdora avahiyê.


Xendan
Top