Desteya Bala Ya Kurdî Spasiya Serok Barzanî Dike
Serokê Kurdistanê
Birêz Mesûd Barzanî
Desteya bala ya Kurdî li ser navê xwe û li ser navê Gelê Kurd li Rojawayê Kurdistanê de jiber biryara we ya di derbarê vekirina deriyek ji bo derbasbûn li Bîşxabûr û gehandina hevkariyan bo Gelê Kurd li Rojawayê Kurdistanê de ji dil spasiya we dikin û hevkariyên we yên hêja jî ku, nîşaneya girîngîdana we bi Gelê Kurd li Rojawayê Kurdistanê ne bi girîng û pirbuha wesif dikin û ev hevkariyên han ku, bêyî ti cadatî li ser tevahiya aliyan hatine dabeşkirin û biryarên we bûn sedema kêm kirina êş û janên Gelê me li Rojawayê Kurdistanê de.
Desteya bala ya Kurdî
