Serok Itîlafa Sûrî amadeye bi rêjîma Esed re rûne
Li gor beyannameyê, Xetîb gotiye: "Min ji kanalên çapemeniyê bihîst ku rêjîma Sûriyê bo diyalogê bang li opozisyonê kiriye û serokwezîr jî bi vê projeyê erkdar kiriye, her weha wezîrê navxwe yê rêjîmê jî serkirdeyên opozisyonê bo vegera Sûriyê vedixwîne."
Xetîb gotiye: "Ez radighînim ku bi rasterast li gel nûnerên rêjîmê li Qahîrê yan Tunisê an Stenbolê rûnim."
Serokê Itîlafa Niştimanî yê Sûriyê jibo ku ev hevdîtin encamp bide mercê xwe daniye û gotiye: “Ji bo ev diyalog destpê bikin pêwîste rêjîm 160 hezar zîndanî bên serbest kirin û bi taybet ew jin û girtiyên li girtîgehên istixbarata asmanî û girtîgeha Seydnayê.” Her weha Muaz Xetîb mercê xwe duyem jî xwestiye ku pasportan bo Sûriyên li derve ta du salan dirêj bike.
Xetîb berdewam kiriye û weha pêde çûye: "Çendîn baweriya min bi rêjîmekî ku zarokan dikuje û êrişî nanxaneyan dike û zanîngehan bombebaran dike û bê gunehan dikuje tune ye, ev destpêşxerî wek niyazpakiyekêye bo lêgerîna li çareseriyeke siyasî bo qeyranê ye û zemîn xweşkirine bo qonaxa veguhastinê û bo kêmkirina rijandina xweînê."
Li gor raporta Neteweyên Yekbuyî, şer û pevçûnên 22 heyvan li sûriyê bûye sedema kuştina 60 hezar kesî û koçbûna 700 hezar penaberî û 10 hezaran girtî û wêranbûna Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştimanî ya Sûrî yekser bersiva Xetîb da û belav kirk u helwesta Xetîb ne helwesta Itîlafa Niştimanî ya Sûriyê ye û li dijî naveroka peymana Dewhayêye.
Xendan
