• Tuesday, 10 February 2026
logo

Omer Guney sûcê xwe qebûl kir?

Gulan Media January 30, 2013 Nûçe
Omer Guney sûcê xwe qebûl kir?
Di hevpeyvîneke xwe de sefîrê Fransa li Enqerê got istîxbarata Tirk (MIT) û Istîxbarata Fransa bi hev re li 3.500 seet vîdyo temaşe kirine û têde bersûcê cînayeta Parîsê Omer Guney nas

Laurent Bili ligel rojnameya Yeni Şafak axifî û got her çiqas Omer Guney itîraf nekiribe jî lê hemû guman diçin ser wî.

Bili got, ji bo şopandina vê bîyerê her du istîxbarat ya Tirkiyê û Fransa bi hev re kar dikin.

Sefîr got wan li hemû axaftinên telefonê yên Omer Guney guhdarî kirine, di nav ifadeyên wî de dubendî derketin, gotinên wî hev nagirin.

Balyozê fransî her wiha got ewê bi riya Guney xwe bigihînin gelek derên din.

Sefîr her wiha diyar kir ku jixwe ew li kesekî weke Omer Guney digeriyan.

Got, ew di wê baweriyê de ne ku Omer Guney bi cînayetê rabûbe, lê belê wî heta niha itîraf nekiriye.

Bili her wiha dibêje ew heta niha nizanin kî li pişt cînayetê ye.

Avestakurd
Top