• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hin Wezîrên Din Postên Wezîrên Îraqiye Wergirtin

Gulan Media January 30, 2013 Nûçe
Hin Wezîrên Din Postên Wezîrên Îraqiye Wergirtin
Piştî pêşkêş kirina daxwaza dev ji kar berdana Wezîrên Hikûmeta Îraqê ên ser bi lîsteya Îraqiye, evro jî Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî dest bi destnîşan kirina hin Wezîrên din bo wergirtina postên Wezîrên ser bi lîsteya Îraqiye kir.

Di vê çarçoweyê de Wezîrê dewlet bo karûbarê jinan posta Wezareta Perwerde jî wergirt.

Di vê derbarê de Şewirmendê Serokwezîrê Îraqê Elî Mûsewî ragihand ku, di civînê duhê ya civata Wezîran de biryar hate girtin daku, hin Wezîrên din postên Wezîrê lîsteya Îraqiye werbigirin û ev biryara han ji evro hatiye cîhbicîhkirin.
Top