Dizeyî: PKK û Tirkiye li Hewlêrê neciviyane
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re got:“Tu civînekî PKK û dewleta Tirkiyê li Hewlêrê nehatiye sazkirin. Ev nûçe tenê di medyaya tirk de belav bûye.”
Dizeyî diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya hemû hewlên aştî yên navbera PKK û dewleta Tirkiyê dike û wiha axivî:“Em piştevaniya çareseriya aştiyane ya pirsa kurd dikin lê ew pirs pirseke navxwe ya Tirkiyê ye û divê li wir bê çareserkirin. Heta niha tu daxwaziyek sebaretî sazkirina civînên PKK û Tirkiyê li Hewlêrê nehatiye kirin.”
Berdevkê hikûmetê li bara bicîhkirina fermandeyên PKK li Herêma Kurdistanê (piştî ku PKK û dewlet gihîştin rêkeftinê) de jî got: “Beriya niha jî tiştekî wisa hebû û fermande û endamên PKK dema ji partiyê qut dibûn li Herêma Kurdistanê diman. Niha jî eger tiştekî wisa ji hikûmeta Herêma Kurdistanê bê xwastin emê li ser bifikirin.”
Di çend rojên borî de medyaya tirk belav kiribûn ku hevdîtinên navbera dewleta Tirkiye û nûnerên PKK li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê hatiye sazkirin.
