• Monday, 09 February 2026
logo

Li Helebê komkujiyeke hovan e

Gulan Media January 29, 2013 Nûçe
Li Helebê komkujiyeke hovan e
Li bakurê Suriyê, li herêma Bustan'ul Kasirê ku girêdayê bajarê Helebê ye, ji behrê cesedên 80 kesî derketin. Kesên ku hatine înfazkirin, her du destên wan li paş wan girê dane û di nav kesên kuştî de zarok jî hene.

Qetlîameke ku li Heleba Suriyê, li herêma Bustan'ul Kasir pêk hatiye, xwîna mirovan dicemidîne. Li gorî agahiyên ku berpirsyarê Konseya Şoreşa Giştî a Suriyê dane, ji cemê Kuveyk, 80 cesedên kesên ku her du destên wan li paş wan hatine girêdan derketine. Nasnameya kesên ku hatine îdamkirin nediyar e û di nav cesedan de, cesedên zarokan jî hene.

Kesên ku li wê herêmê ji bûyerê re şahîdî kirine diyar dikin ku, li ser pirraniyê cesedan şopên êşkenceyê hebûne û ji wan gellek, bi gule berdana serê wan hatine înfaz kirin.

Rêxistana Mafê Mirovan a Suriyê jî bûyer piştrast kiriye û anîne ziman ku, wana ji zêdebûna cesedan ditirsin.
Ji sala 2011 an vir ve li Helebê tê gotin ku, 7 hezar û 81 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Avestakurd
Top