• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rapora 30 salan a şerê navbera Tirkiye û PKK’ê de

Gulan Media January 29, 2013 Nûçe
Rapora 30 salan a şerê navbera Tirkiye û PKK’ê de
Li gor rapora Komîsyona Jêr a Terorê ya Lêkolînkirina Mafê Mirov a Parlamentoya Tirkiyê di şerê 30 salan ê navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKK’ê de 7 hezar û 918 leşker, fermandar û polîs hatine kuştin. Herwiha bi giştî 35 hezar û 576 kes mirine. Endamekî Peywendiyên Derve yê KCK’ê jî ji Rûdawê re got: “Di şerê 30 salan de derdora 15 hezar gerîlayên me şehîd bûne.”

Li gor statîstîkên rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di navbera salên 1993-2011’an 22 hezar û 971 pevçûn, 2 hezar û 295 êrişên li dijî sîvalan, di 293 teqînên mayînan û teqemeniyan de, 246 întihariyên leşker-polîsan, bi giştî 25 hezar û 805 kes ji ber binpêkirinên ‘terorê’ rastî binpêkirinên mafê mirovan hatine.

594 polîs...

Derbarê hêjmara leşker, polîs û karmendên din ên Tirkiyê yên hatine kuştin de jî di rapora Komîsyona Jêr a Terorê ya Lêkolînkirina Mafê Mirov a Parlamentoya Tirkiyê de wiha tê gotin: “Ji sala 1973’an û vir ve ji ber bûyerên terorê 6 berpirsên polîsan, 15 rayedarên polîsan, 3 amirên polîsan, 27 komser, 16 alîkarên komseran, 471 polîs, 54 notirvanên tax û bazaran, teknîsyenek û mamostayekî polîs, bi giştî 594 windahiyên rêxistina polîsan hene.”

3 hezar û 105 leşker ...

Li gor daneyên di 14’ê Kanûna 2011’an de dane komîsyona parlamentoya Tirkiyê, ji sala 1981’an û vir ve 3 hezar û 105 cendirme hatine kuştin. Ji wana 161 sûbay, 209 astsubay, 187 cendirmeyên pispor, 141 leşkerên pispor (Yên bi pere) û bi giştî 2 hezar û 407 leşker hatine kuştin.

Li gor daneyên serfermandariya giştî ya artêşa Tirkiyê jî heta 30’ê kanûna 2011’an 2 hezar û 312 ji Fermandariya Hêzên Bejayî, 14 ji Fermandariya Hêzên Hewayî û 49 ji Fermandariya Hêzên Deryayî mirine.

Li gor bersivên ji wezaretan re hatine dayîn jî, teşkîlatên polîs û leşkeran jî di nav de bi giştî 5 hezar û 543 karmendên dewletê hatine kuştin. Ji ber bûyerên pevçûn û şiddetê bi giştî di nava 30 salên dawiyê de 7 hezar û 918 kes (polîs-leşker) hatine kuştin.

Di raporê de cih tê dayîna îfadeyên hîndekarê Zanîngeha Gaziyê Doç. Dr. Hûseyîn Yayman jî. Li gor Yayman, hêjmara windahiyên dewletê ji 11 hezar û 785’an zêdetire û ev hêjmar ji hêjmara windahiyên Şerê Rizgariyê yê Tirkiyê (10 hezar û 885) zêdetir e.

Di rapora de hêjmara sivîlên ji ber pevçûnan jiyana xwe ji dest dane jî bi vî awayiye. Li gor daneyên wezaretê 5 hezar û 557 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane.

Rapora parlamentoya Tirkiyê cih dide windahiyên PKK’ê jî û di raporê de wiha tê gotin: “Li gor daneyên ji 15’ê Tebaxa 2012’an ji Rêveberiya Giştî ya Polîsan hatî wergirtin, di navbera sala 1984-2012’an de 22 hezar û 49 gerîla hatine kuştin.”

Roja 03.05.2012ê li bajarê Stenbolê, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di konferansekê de axivî. Erdogan yekemcar behsa zererên diravî yên şerê dewleta Tirkiyeyê li dijî PKKê di hundirê 30 salên borî de kir û got: “Hejarî li başûr-rojhilatê (Rûdaw: Bakurê Kurdistanê) welêt rengvedana pirsgirêka terorê ye. Heya îro dewletê 350 milyar Dolar di şerê li dijî terorê de xerc kiriye.”

Endamê komîteya pêwendiyên derve yên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Roj Welat berî demekê derbarê hêjmara windahiyên PKK’ê yên di nava 30 salan de ji Rûdawê re daxuyand: “Di encama şerê çeteyan yê ku di nav damarên dewleta Tirkiyeyê de asê maye, bazirganiya madeyên hişber hemû warên dewleta Tirkiyeyê li xwe girtiye. Li gor statîstîkên fermî yên dewleta Tirkiyeyê, di encama wî şerî de 40 hezar kes bûne gorî ku 17 hezar û 840 ji wan sivîl in.” Roj Wilat derbarê zererên gerîllayên PKKê de jî, wiha got “Dora 15 hezar gerîlla şehîd ketine.”

Li gor rapora Komîsyona Jêr a Terorê ya Lêkolînkirina Mafê Mirov a Parlamentoya Tirkiyê di nêzî 30 salên dawiyê de 7 hezar û 918 windahiyên dewletê, 5 hezar û 557 sivîl û 22 hezar û 101 windahiyên PKK’ê, bi giştî jî 35 hezar û 576 windahî ji herdu aliyan çêbûne.

Rudaw
Top