• Monday, 09 February 2026
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo qurban û ziyanlêketiyên baranbarîn û lehiya van çend rojên derbasbûyî

Gulan Media January 29, 2013 Nûçe
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo qurban û ziyanlêketiyên baranbarîn û lehiya van çend rojên derbasbûyî
Piştî ku li van çend rojên derbasbûyî de ku pel û şepolên baran û sermayê Kurdistanê girt, bi mixabinî hejmareke zêdeyê welatiyan ji encama barana zêde û lehiyê ve tûşî zerer û ziyanên canî û maddî bûn. Ji bilî derbirîna hevxemiyê, palpiştiya xwe ya ji bo wan ezîzan û serxweşiyê li kesukarên qurbaniyên van rûdawan dikim. Daxwaz ji hemû dam û dezgehên pêwendîdarên Hikûmeta Herêmê dikim bi hemû şiyanek ve berev daxwaziyên wan ve biçin û yarmetiya ziyanlêketiyan bidin.

Agahdarî pêvajoya wargeha xuşk û birayên rojavaya Kurdistanê me jî û hesta êş û azarên wan dikim. Daxwaz ji Hikûmet û rêxistinên ne hikûmiyan û welatiyên Kurdistanê dikim ku li van demên dijwar de zêdetir alikariya wan bikin. Ew kesukarê me ne û êş û jan û çarenûsa me hevbeşe.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29.01.2013
Top