• Tuesday, 10 February 2026
logo

Baran Barîna Bixor Li Kurdistanê Zerer Gehandiye Welatiyan

Gulan Media January 29, 2013 Nûçe
Baran Barîna Bixor Li Kurdistanê Zerer Gehandiye Welatiyan
Ev çend roje pileke bihêz ya baran barînê seraserê Kurdistanê daye ber xwe û jiber barîna bixor li çend Deverên curbicur yên Kurdistanê de zererên mezin gehêştine welatiyan û cîhên giştî.

Di vê derbarê de Peyamnêrên me diyar dikin ku, li Zaxo, Simêl, Soran, Mêrgesûr, Geliya Elîbeg, Qeladizê û Pêncwênê de jiber barîna bihêz ya baranê hevdem ligel xirab bûna çendîn rê û cadeyên sereke çendîn pird jî di bin avê de mane û hatûçûya welatiyan hatiye astengkirin.

Hate zanîn ku, her di encama baran barîna bihêz de li Devera Kelarê de jî zarokek canê xwe ji dest daye û li Devera Ser Meran ya li Devera Mêrgesûrê jî keçek temen 7 sal ketiye nava lihî û canê xwe ji dest daye.
Top