• Monday, 09 February 2026
logo

Ehmed Turk: Heta Kurd Azad Nebin Tirkiye Azad Nabe

Gulan Media January 28, 2013 Nûçe
Ehmed Turk: Heta Kurd Azad Nebin Tirkiye Azad Nabe
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk di kongreya sêyemîn kongreya şaxeya Mêrdîn a BDP de axivî û ragihand, ku heta kurd azad nebin, Tirkiye azad nebe.


Sêyemîn kongreya BDP a Mêrdînê îro li Salona Dawetê ya Şîmalê hate lidarxistin. Hevserokên KCD’ê Ehmedt Turk û Aysel Tugluk tevli kongreyê bûn. Ehmedt Turk di kongreyê de axavtinek kir û qala çûyîna xwe ya Îmraliyê kir.

Turk bi bîr xist, ku rêberê PKK Abdullah Ocalan di serî de ji jinan re ji hemû kurdan re silavên xwe şandiye. Ehmed Turk got: “Em pirsgirêka kurd weke pirsgirêka kurdan nabînin, li gorî me ev pirsgirêk pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Birêz Ocalan digot ‘Heta kurd azad nebin Tirkiye azad nabe’ Ev gotin rast e. Kurd li Rojhilata Navîn pêşengên guhertinê ne. Heke kurd bihên bêdengkirin, dê Rojhilata Navîn çawa biguhere?”

Hevserokê KCD di berdewamîya axavtina xwe de diyar kir, ku Ocalan naxwaze gelên li Rojhilata Navîn bi hev re pev biçin û derbarê gotinên Ocalan de ev agahîn dan: “Ocalan naxwaze gel pev biçin, şer bikin. Lê dibêje heke hin kes bixwazin gelê kurd înkar bikin ez nikarim tiştekê bikim. Ocalan ji bo kurdan, aştî û azadiyê dixwaze. Em jî heman tiştan dixwazin. Em dixwazin ji bo aştiyeke berdewam (mayînde) bixebitin. Hikûmet dibêje derbarê ‘kî dê biçe Îmraliyê û çi bên axaftin’ de ew ê biryar bidin. Lê ev helwesta hikûmetê ne rast e.”
Ehmedt Turk, pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê jî şîrove kirin û da zanîn Beşar Esad diktator e. Piştî axaftina Turk, Reşat Kaymaz weke Serokê BDP’a Mêrdînê hate hilbijartin.
Top