• Monday, 09 February 2026
logo

Li Şirnexê lehiyê qada fûtbolê hilweşand: 7 kes mirin

Gulan Media January 28, 2013 Nûçe
Li Şirnexê lehiyê qada fûtbolê hilweşand: 7 kes mirin
Ji ber lehiya duh êvarê li Şirnexê rabû, qada fûtbolê ya şîn hilweşiya û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Heta niha du kes winda ne.


Li taxa Guzelbahçe ya Şirnexê qada fûtbolê ya şîn, ji ber lehiyê hilweşiya û gelek kes di bin kavilê de man. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, lehiya li derdora qada fûtbolê, dîwar hilweşand. Di encama bûyerê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Di encama xebatên rizgarkirinê yên heta serê sibê berdewam kir de, 3 zarok hatin rizgarkirin, lê heta niha kesek wenda ye. Hat diyarkirin ku du kes jî bi giranî birîndar bûne. Pişti bûyerê gelek ambûlans û yekîneyên tenduristiyê çûn herêmê.


Li aliyê din li gundikên Şîvrezan û Girenûsê yên gundê Elîvûn ê navçeya Qilabana Şirnexê ji ber barana dijwar, xaniyên bi kerpîçên axê hatine çêkirin bi hilweşînê re rû bi rû ne. Şêniyên gund neçar man ku ji malên xwe derkevin.

Rudaw
Top