• Monday, 09 February 2026
logo

Filîpîn Li Hewlêrê Konsulusxaneya Xwe Vedike

Gulan Media January 28, 2013 Nûçe
Filîpîn Li Hewlêrê Konsulusxaneya Xwe Vedike
Duh Heyeteke Fîlîpînî bi Serokatiya Şewirmendê Wezîrê Derve yê vê welatî serdana Nivîsgeha Peyvendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê kir û ji aliyê Cîgirê Berpirsê Peyvendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinekî de heyeta mêwan armanca serdana xwe bo Kurdistanê rave kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han amadekirina derfet û zemîneke goncav bo bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Filîpîn deye.

Heyeta mêwan herwiha diyar kir ku, di vê serdana han de vê bi hijmarek ji Rayedarên Kurdistanê re hevdîtinan pêk bînin û çend peymanek jî îmze bikin.

Heyeta mêwan anî ziman ku, welatê wan gelek dixwaze daku, peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêztir bike û di vê çarçoweyê de jî biryar daye daku, di paşerojeke nêz de Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê vebike.
Top