Li Brezîlyayê herî kêm 90 kes şewitîn
Li bajarê Santa Maria ya Brezîlyayê di qulûbeke şevê de pêşandana bi fişekên hewayî bû sedema derketina şewateke mezin. Hate ragihandin ku di şewatê de herî kêm 90 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedar diyar dikin dibe ku hejmara miriyan ji 200’î derbas bibe. Rayedar hewl didin ku hejmara miriyan zelal bikin.
Li gorî agahiyên ji ragihandina herêmê hatine girtin, di dema bûyerê de di hundirê qulûba şevê de herî kêm 2 hezar kes hebûn. Rayedar ditirsin ku hejmara miriyan bi sedan be.
Rudaw
