• Monday, 09 February 2026
logo

Komên çekdar ji Serê Kaniyê vekişiyan

Gulan Media January 26, 2013 Nûçe
Komên çekdar ji Serê Kaniyê vekişiyan
Piştî şevêke dijwar ji şer û pevcûnên di navbera hêzên Yekîneyên Parstina Gel YPG`ê û komên çekdar, hate ragihandin ku ew grûpên çekdar ji bitirî taxên bajar vekişiyan û li pey xwe gelek Kuştî hiştin, îro 26/1/2013`an roja şemiyê, li bajarê serêkaniyê rewş arambû.

Jêderekî herêmî li Serêkaniyê ji Xendanê re, ragihand ku hêzên Kurd gelek ji deverên ku komên çekdar bo xwe bi kartînan xistine jêr kontrola xwe.

Heman jêderê ku nexwst navê xwe bê belav kirin da zanîn ku komên çekdar termên gelek çakdarên xwe yên ku bi gomanin ku bi eslê xwe Tirkin û digil komên çekdar de, li Serêkaniyê li dijî hêzên Yekîneyên Parastina Gel şer dikirin, şewitandine.

Her weha çalakvanên li deverê ragihandine ku hêzên YPG`ê di avahiya bi navê kompaniya Lîbiye rizgarkirine de termên 20 çekdarên komên çekdar dîtine,ji aliyekî din ve ambolanseke Tirk ya ku birîndarên komên çekdar diguhêstin Serêkaniya serxetê li bajêr hate dîtin.

Ji aliyê xwe YPG`ê ragihand ku di şer û pevçûnên roja înê de 3`ê endamên wê jiyana xwe ji destdane, her weha endamekî Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê li Serêkaniyê bi giranî birîdar bû ye.

Hêjayî gotinê ye ku ev 10 rojin li Serêkaniyê şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê berdewam bûne û beşekî zor li bajarê Serê Kaniyê ketiye jêr kontrola hêzên Kurdî.

Xendan
Top