Dozxormatu: Berpirsekî bilind yê PDK`ê hate terorkirin
Emîd Serhed Qadir ji Xendanê re ragihand ku: Di êrişeke çekdarî de ku ji aliyê kesên nenas ve, birêvebirê istixbarat yê polisê Daquq muqedem Ednan Şehab li pêşiya mala xwe li navçeya Dozxormatu hatiye terror kirin.
Efserê pile bilind muqedem Endnan Şehab, pêşmergekî diyar yê Partiya Demokrata Kurdistanê ku di sala 1980`an peywendî bi wê partiyê kiribû, piştî ruxana rêjîma Be`sê li polisê navçe û bajarokên Kerkûkê piştre jî li polîsê firyakeftina Kerkûkê kar kiriye û pişî wê jî posta birêvebirê istixbarata polis li Daquqê wergirtiye.
Xendan
