• Monday, 09 February 2026
logo

El-Xetîb: Divê şerê li Serêkaniyê bê rawestandin

Gulan Media January 26, 2013 Nûçe
El-Xetîb: Divê şerê li Serêkaniyê bê rawestandin
Duh serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyê Mûaz el-Xetîb û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Swîsra civiyan û rewşa Rojavayê Kurdistanê guftûgo kirin.

Derbarê civîna ligel serokê Herêma Kurdistanê,, Mûaz el-Xetîb ji Rûdawê re ragihand ku wî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rewşa deverê û bajarê Serêkaniyê mûnaqeşe kirine û wiha got: "Min ji Barzanî xwestiye ku mûdaxeleyî rewşa Serêkaniyê bike û da şer li wî bajarî raweste. Civîna di navbera me de bi erênî bi dawî bû û di pêşerojeke nêz de em ê car din bi hevre bicivin.”

Ev çend rojin bajarê Serêkaniyê bi tank û topan ji aliyê komên çekdar ve tê bombebaran kirin. El-Xetîb derbarê vê yekê de jî eşkere kir ku tiştê li Serêkaniyê diqewimin di berjewendiya Rêjîma Beşar Esed de ye û em dixazin şerê li wî bajarî bi dawî bibe. El-xetîb wiha got: "Em li dijî wê yekê ne ku xelkê sivîl bibin armanca şer.”

Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyê Mûaz El_Xetîb tekezî li ser yekîtiya navbera neteweyên li Sûriyê kir û bi tayebt li parêzgeha Hesekê. El-Xetîb helwesta serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi erênî da zanîn û wiha got: "Divê Barzanî alîkariya me bike.”

Rudaw
Top