• Monday, 09 February 2026
logo

Li Serêkaniyê ji malbatekê 3 şervan hatin kuştin

Gulan Media January 26, 2013 Nûçe
Li Serêkaniyê ji malbatekê 3 şervan hatin kuştin
Şervanê YPG’ê Ebdulrehman Ehmed Qewas di pevçûnên li Serêkaniyê yê di navbera YPG’ê û grûbên çekdar ên ereb de diqewimin li taxa Ebrê jiyana xwe ji dest da. Tevî Ebdulrehman 3 kes ji malbata Qewas jiyana xwe ji dest dan.

Li gor ANF’ê, di pevçûnên li Serêkaniyê yên li Taxa Ebrê rû da dan, şervanê YPG’ê Ebdulrehman Qewas jiyana xwe ji dest da.

Ebdurehman ji Serêkaniyê ye, zewicî û bavê 4 zarokan e. Tevî Ebdulrehman, 3 kes ji mala Qewas di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan.

Beriya çend rojan, ji malbata Qewas Şervanê YPG'ê Ferhad Elî Qewas jiyana xwe ji dest da û birayê wî şervanê YPG'ê Xalid Elî Qewas giran birîndar bû.

Herwiha, di encama êrîşên çekdar yên mijdara 2012 li ser Serêkaniyê pêk hatin de endamê YPG’ê Ehmed Sîno Qewas jî jiyana xwe ji dest dabû.

Rudaw
Top