• Monday, 09 February 2026
logo

Hevkariyên Başûr Li Qamîşloyê Tên Dabeş Kirin

Gulan Media January 26, 2013 Nûçe
Hevkariyên Başûr Li Qamîşloyê Tên Dabeş Kirin
Peyamnêrê me yê li Rojawayê Kurdistanê ragihand ku, hevkariyên pêşkêşkirî ji aliyê Kurdên Başûrê Kurdistanê ve gehêştine Rojawayê Kurdistanê.

Çavkanî eşkere kir ku, ev hevkariyên han li Bajarê Qamîşloyê ji aliyê komîteya ser bi desteya bilind ya Kurdî ve bi awayekî rêkûpêk li ser xelkê Rojawayê Kurdistanê de tên dabeşkirin.

Peyamnêrê me herwiha anî ziman ku, xelkê Rojawayê Kurdistanê bi gehêştina wan hevkariyan dilxweşin û spasiyên xwe pêşkêşî xelk, Hikûmeta û Serokê Kurdistanê dikin.
Top