• Monday, 09 February 2026
logo

Li Felûceyê Leşkerên Malikî Nêzî 50 Welatiyan bûn qurbanî

Gulan Media January 25, 2013 Nûçe
Li Felûceyê Leşkerên Malikî Nêzî 50 Welatiyan bûn qurbanî
Duh danê Sibê li Bajarê Felûceyê welatî û xelkê Deverê bi mebesta şermezar kirina siyasetên Serokwezîrê Îraqê û awaya birêvebirina welat ji aliyê Malikî ve dest bi xwepêşandaneke girseyî kirin.

Hîn nû xwepîşandan destpê kiribû ku, leşkerên ser bi Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî li ser Xwepîşanderan gole barandin û di encam de zêdetir ji 50 welatî ku, piraniya wan jin û zarokên bûn qurbanî .

Piştî bîstina nûçeya êrîşa leşkeran bo ser xelkê, xelk bi awayekî girseyî êrîş kire ser leşkerên Malikî û pevçûnek qewmî û Xwepîşander jî çendîn wesayêtên leşkeran şewtandin.

Hevdem pişî piştî belav bûna vê nûçeya han piştî nivêja Înê li piraniya Bajarên Îraqê him li dijî Malikî him jî bi mebesta protesto kirina ev êrîşa han dest bi xwepîşandanên girseyî kirin.
Top