Nêçîrvan Barzanî: Bo Çareser Kirina Pirsa Kurd Em Amadene Hevkarî Bikin
Di hevdîtineke de behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan, Îraq û Bulgariyayê de û herwiha bihêztir kirina wan peyvendiyan di wan warên ku, bo her du aliyan girîngên hate kirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Wezîrê Derve yê Bulgariyayê diyar kir ku, Hikûmeta vî hewl bo vekirina Konsulusxaneya xwe ya li Helwêrê dide û di warê vekirina Konsulusxaneyê de jî gelek paş de ketine.
Çavkanî herwiha hêvî xwest ku, jiniha û pêde kompaniyên Bulgariyayê werin û li Kurdistanê de beşdariya prosesa awedankirinê bikin.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe a li hember vê biryara Hikûmeta Bulgariyayê diyar kir û ragihand ku, di vê warî de Hikûmeta Kurdistanê amadeye ku, her cure hevkariyek pêşkêş bike û tekez li ser vê yekê kir ku, tevahiya deriyên Kurdistanê bo kompaniyên Bulgarî vekirîne û dikarin li Kurdistanê de kar bikin.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, di warê çandinê de Hikûmeta Kurdistanê pêdeviya xwe bi ezmûna Bulgariyayê heye û dixwaze fêde ji ezmûna Bulgariyayê a di warê çandinê de werbigire.
Li hember de jî Wezîrê Derve yê Bulgariyayê diyar kir ku, welatê vî amadeye di warê çandinê, tendirostî, çê kirina bendavan û pîşesazî û perwerde kirina polîsan de hevkariya Hikûmeta Kurdistanê bike.
Nirxandina rewşa siyasî ya Îraq û rewşa Deverê bi giştî û ya Sûriyayê bitaybetî mêjareke din ya vê hevdîtina han bû û Serokwezîrê Kurdistanê ev yek eşkere kir ku, Kurdistan hertim di vê baweriyê de bûye ku, dibe kêşeyên heyî yên di navbera Hikûmeta Îraq û Kurdistanê bi rêya diyalog û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de werin çareserkirin.
Di derbarê rewşa Sûriyayê de jî her du alî dilgiraniya xwe a li hember alozbûna rewşa Sûriyayê diyar kirin û hêvî xwestin ku, bilez xwîn rijandin li Sûriyayê were rawestandin.
Piştî bi dawî hatina vê civîna han de jî her du alî di presskonferansekî de naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin û Wezîrê Derve yê Bulgariyayê eşkere kir ku, di vê civîna han de em li ser bihêztir kirin û berfiretir kirina peyvendiyên heyî lihev kir û Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê jî eşkere kir ku, di derbarê vekirina Nuneratiya Hikûmeta Kurdistanê li Paytexta Bulgariyayê Sofiyayê de me li hev kir.
Di bersifa pirsekî ya di derbarê pirsa Kurd li Tirkiyeyê de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, em gelek kêfxweşin bi hewldanên her du aliyan bo çareser kirina aştiyane ya pirsa Kurd û piştir me gotiye û niha jî dubare dikim ku, eger ji me were xwestin anjî eger pêngavek hebe ku, pêwîst be Hikûmeta Kurdistanê bavêje em amadene û di her warî de jî bo çareser kirina pirsa Kurd bi rêyên aştiyane li Tirkiyeyê de amadene her cure hevkariyek pêşkêşî her du aliyan bikin.
