22 Parlamenterên Ewrûpî : Ocalan serbest berdin
Danezane bi ser navê ‘Jibo çaresriya pirsgirêka kurd bi hêzanî pêk were divê Ocalan serbest bê berdan’ dê li merciyên cuda yên MKPE’yê bên nirxandin.
Di nava kesên îmze avêtine bin danezanê parlamenterê sosyalîst yê Belçîkayê Patrîck Morîau, parlamenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu û Geroge Loukaîdes yên ji Kibris`ê heye.
Di danezanê de hate diyar kirin ku, neçareseriya pirsgirêka kurd li Turkiye, demokrasiyê dike bin îpotekê, û hate gotin ku pirsgirêka Kurd her diçe girantir dibe.
Di danezanê de parlamenteran wiha got: “Ger ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê rewş girantir bibe, di rewşa heyî de ji xwe bi hezaran wendahiya can heye û bi hezaran di zindanan de ne, rewş qet ne base, ger îrade bê nîşandan dê şert û mercên çareseriyê pêk were, lê di vir de rola serekê Partiya Karkerênên Kurdistan`ê Ebdullah Ocalan dilîze.
Di lîstaya navên ku îmze dane danezanê; Patrick MORIAU, Ertugrul KURKÇU, George LOUKAIDES, Andrej HUNKO, Şurigur BACKMAN, Karîn ANDERSEN, Nîkolaj VILLUMSEN, Guy COËME, Arcadio DÍAZ TEJERA, Pasquale NESSA, Bernard MARQUET, Armen RUSTAMYAN, François ROCHEBLOINE, Mike HANCOCK, Grigore PETRENCO, Tiny KOX, Katrin WERNER, Ioannis DRAGASAKIS, Alessandro ROSSI, Kateřina KONEČNÁ û Liana KANELLI cih digire.
Xendan
