Serokê Herêma Kurdistanê li gel Cîgirê Serokê Kompanyaya Chevron a Emerîkî civiya
Li civînê de, kar û çalakiyên wê kompanyayê li Herêma Kurdistanê hate axaftin û li vî warî de Jay Pryor ragihand ku kompanya Chevron li wê dema kurta ku li Herêma Kurdistanê kar kiriye pêşveçûneke baş kiriye û ji bo alîkarî kirina kompanyayê spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û li hevkariya demdirêja li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berfirehkirina çalakiyên li Herêmê da pabendbûna kompanya jî dûpatkir.
Serok Barzanî biryara wê kompanya mezin ya li warê uzeyê(enerji) de karkirina li Herêmê bi wêrekî wesifkir û ragihand ku Hikûmeta Herêmê li geşkirina kerta uzeya li Herêmê de pişgîriya hewlên wê kompanyayê dike. Her wiha eve jî ragihand ku asoyekî geş dibînê li wê pêwendiyê bi cûreyek ku li berjewendiya Herêm û Iraqê bi giştî dibe.
