• Monday, 09 February 2026
logo

‘Divê şerê li Serêkaniyê anha raweste’

Gulan Media January 23, 2013 Nûçe
‘Divê şerê li Serêkaniyê anha raweste’
Berdevkê Desteya Giştî ya Şoreşa Sûrî ya li Ewropa Besam Cahara, li hêzên li Serêkaniyê di nav şer de ne bang kir ku şer rawestînin.


Berdevkê Desteya Giştî ya Şoreşa Sûrî ya li Ewropa Besam Cahara ji Rûdawê re axivî. Cahara ku bi eslê xwe ereb e, bang li aliyên li Serêkaniyê di nav şer de ne kir. Cahara diyar kir ku divê şerê li Serêkaniyê raweste û wiha berdewam kir: “Pêwîst e ku hemû alî, girtiyên di destê xwe de berdin. Hemû kesên ji Serêkaniyê koç kirine, divê vegerin ser axa xwe û malên xwe.”

Cahara destnîşan kir ku kurd û ereb ne dijminên hev in û divê ev şer ne di nav kurdan û ereban de be, divê li hemberî rejima Esed be. Cahara bangeke wiha kir: “Ji bo ku ev şer raweste, di nav hev de diyalogê esas bigirin. Ez hevalê kurdan im. Ez li dijî zilm û zorê me. Ev 50 sal in rejîma Esed zilmê li kurdan dike. Em li dijî wan kesên dest dan ser erdên kurdan in. Ji ber vê yekê divê muxalefeta Sûriyê, peyamên baş bide kurdan. Ji vî şerî, tenê rejîma Esed sûd digre. Feydeya wê ji bo aliyên din nîne.”

Rudaw
Top